AK Partî: Newroz dê bibe betlaneyeke fermî
Cîgirê Serokê AK Partî Kurşad Zorlu ragihand ji bo ku Newroz bibe betlaneyeke fermî dest bi xebatê kirine.
|
Türkçe
RûpelNews - Kurşad Zorlu diyar kir li Tirkiyeyê bi helkefta Cejna Newrozê roja 21ê Adarê dê bibe roja betlaneya fermî û ji bo vê yekê jî xebatên wan a li nav partiyê didomin.
Kurşad Zorlu beşdarî bernameya rojnamevan Sînan Burhan a li ser Youtubê bû û li ser proseya fermîbûna Cejna Newrozê axivî.
Zorlu ragihand armaca xebatên wan ew e ku Newroz bibe betlaneyeke fermî û ji bo vê hewl didin.
Zorlu got: “Ji bo fermîbûna Newrozê dixebitin, di mehên pêş me de ligel lijneyên pêwendîdar em dê biaxivin û paşê jî dê fermîbûna roja Newrozê bikeve rewacê.”
