Amerîka ji Tirkiyê daxwaza rawestandina projeyên li Deryaspî kir
PeyamaKurd - Li ser projeyên Tirkiyê yê li Deryaspî, Amerîka daxwaza rawestendina projeyan ji Tirkiyê kir.
Li gorî zanyariyan, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kiriye hemû çalakî û planên xwe yên li Deryaspî rawestîne û aloziyên zêdetir dernexe.
Herwiha Amerîkayê daxwax kiriye, Tirkiye planên xwe yên gera li dû neft û gazê li nêzîkî Deryaspî rawestîne.
Hewlên Tirkiyê yên gera li dû neft û gaza siruştî li nêzîkî Qibrisa Yûnanî, bûye sedema aloziyê di navbera Tirkiye, Almanya, Misir û Yûnanîstan û Qibrisê.
Tirkiyê li nêzîkî sînorên Qibrisa Tirkiyê li ser Deryaspî li dû gaza sirûştî û neftê digere û ev jî dibe sedema nerazîbûna Almanya, Misir, Yûnanîstan, Qibris û Yûnanîstanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin