Amerîka îzan firotina fuzeyan ji bo Erebistanê û Îmaratan da
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi miqdarê 3 mîlyar dolaran îznê da firotina fuzeyên Patriotê ji bo Erebistana Si’ûdiyê. Her weha îzna fuzeyên Thaad ê da ji bo Îmratan ku miqdarê perê wan 2.2 mîlyar dolar e.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê, ji bo Erebistana Si’ûdiyê 300 heb Patriot MIM-104E yên fuzeyên balîstîk û ekîpmanên wan wê teslîm bikin. Belga erêkirinê şandin kongrê. Wê ev erêkirin, bandorê li amadekariyên ji bo artêşa Amerîkayê neke.
Wezaret her weha îzna firotina sîstemên fuzeyên Thaadê, ekîpmanên avêtina wan, ekîpmanên wan yên din û sîstema kontrolê da. Îmarat ji Amerîkayê 96 fuzeyên Thaadê û 2 alavên avêtinê xwestiye.
Di peymanên navbera wan de, xizmeta nêrîn û tamîrê jî heye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin