Amerîka: “Em ji peymana Sengalê gelek razîne”
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku bo çareseriya ewlehî, rêvebirî û siyasiya devera Şengalê peymana ku di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çêbûye em jê razîne. Ragihandin ji aliyê berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus de bi awayekî nivîskî hat kirin. Di beyanê de hat gotin ku demekî dirêje di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi mîsyona Neteweyên Hevgirtî muzakere dewam dikirin û ji peymana navbera her du hukumetan bo çareseriya rêvebirî û ewlehiya Şengalê razîne. Morgan weha dewam kir:
“Hêviya me ew e ku peymana Şengalê ya di 9 ê cotmehê de hatiye beyankirin, li deverê bibe sedema geşbûna jiyanê, kesên bi sedema İŞİD ê ji warên xwe derketibûn, bi ewlehî û bi dilên xwe dagerin ciyên xwe û peyman şertên dagera wan teşwîq bike. Divê berjewendiyên Şengalê, bi taybetî qurbaniyên komkujiyê, di navenda plana tesîskirina ji nû de ya aştî aramî û ewlehiya deverê de bin.”
Hukumeta Herêma Kurdistanê û ya federal ya Bexdayê duhî peymana li ser Şengalê ya ku ji 3 beşan pêdihat îmze kiribûn. Beşên avakirin, rêvebirî û ewlekarî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin