Iraq û Amerîka li ser peymana Sengalê axifîn

29 mijdar 2020 03:11
Iraq û Amerîka li ser peymana Sengalê axifîn

PeyamaKurd – Musteşarê Iraqê yê ewlekariya netewî Qasim el-Aracî û konsolosê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller, li ser peymana Şengalê, li ser beşên rêvebirî û ewlekariyê axifîn. El-Aracî ragihand ku wan li ser peymana Şengalê û koordînasyona her dû terefan ya têkoşîna li dijî DEAŞ ê axifîne.

Qasim El-Aracî got ku koçberên Şengalê dest bi dagera xwe ya devera xwe kirine û divê hukumeta Bexdayê asayîşa deverê û ewlehiya koçberan temîn bike.

Di beyanê de behsa fikrên balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller jî hat kirin ku Tueller gotiye; ew layangirê Iraqekî xurtin û weha gotiye:

“Em destekê didin Iraqeka ku li herêmê û navdewletî de rolekî bi bandor bide ser milên xwe.”