Amerîka: Dorpêçên aborî yên ser Îranê alternatîfa ser in

15 berfanbar 2019 19:49
Amerîka: Dorpêçên aborî yên ser Îranê alternatîfa ser in

PeyamaKurd – Wezîrê Xezîneya Îranê Steve Mnuchin, ragihand ku dorpêçên ku Amerîka li ser Koreya Bakur û Îranê disepîne (yek ji alternatîfa şer in’.

Mnuchin got, ew ji bo rê li ber şerê leşkerî bigirin dorpêçan disepînin û sedema herî girîng ku rêbaza dorpêçan bikar tînin jî ew e ku dibin alternatîfa şerê çekdarî.

Wezîrê Amerîkî di Konferansa Doha ya Qeterê de got: “Li gor me rêkeftina atomî ya Îranê, rêkeftineke gelekî xirab e, qet nabe Îran bibe xwediyê çekên ‎atomî. Nedibû tenê 10 sal bo Îranê bên danîn wek dema pêbendbûna bi rêkeftinê, lê diviyabû zêdetir ‎bûya.”

Steve Mnuchin diyar kir ku hebûna çekên atomî metirsiyeke mezin bo navçeyê pêk tîne û welatên navçeyê û cîhanî jî han ‎dide daku çekên atomî bidest bixin.

Mnuchin da zanîn, “Em aramiya navçeyê dixwazin, Îranê teror hinardeyî derve kiriye û ‎alozî bo welatên cîran çêkiriye. Lewra em tiştekî ji Îranê naxwazin ji xeynî gehiştina rêkeftinekê ku ‎aramî û aştiya herêmî bi pey de bê û her dema Îran bo vê yekê amade bû, cezayên li ser tên rakirin.”