‘Amerîka difikire ku ji bo Idlibê alîkariya alavên leskerî bide Tirkiyê’
PeyamaKurd - Li ser banga Tirkiyê Şanderê Amerîka yê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ji bo şerê li Idlibê Amerîka alîkariyan pêşkêşî Tirkiyê bike.
James Jeffrey piştî serdana xwe ya Tirkiyê, derbarê serdanê daxuyanî dan û got, ji ber şerê li Idlibê Amarîka difikire alîkariyê bide Tirkiyê.
Jeffrey da zanîn ku wê alîkariyên Amerîkayê bi rêya pêşkêşkirina agahiyên îstxbaratî û alavên leşkerî be.
Jeffrey herwiha dibêje ku Amerîka û Tirkiye ji rola Rûsyayê ya li Idlibê nîgeran in.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar doh li Brukselê piştî civîna NATOyê daxwaz ji Amerîka û NATOyê kiribû ji bo rewşa aloziya dawî ya li Idlibê roleke zêdetir bilîzin û alîkarî xwestibû.
Piştî vê daxuyaniyê Şêwermendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê Robert O’Brien jî gotibû ku nabe Amerîka bi awayekî leşkerî xwe tevî aloziya Idlibê bike û diyar kiribû, “bila kes li hêviya Amerîka nemîne ku rola polîsê navdewletî li Idlibê bilîze.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin