‘Amerîka bi çend aliyan ve alîkariya Herêma Kurdistanê dike’
PeyamaKurd - Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller li Korbenda Enerjiyê ya Iraqê ragihand, rêveberiya Amerîkayê di çend aliyên de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller got ku ew alîkariya Iraqê di warê enerjiyê de dikin, daku Iraq pişt bi Îranê girê nede.
Matthew Tueller diyar kir ku Washington piştgiriya planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo xweşkirina jiyana welatiyan û di warê enerjiyê de jî alîkariya Iraqê dikin.
Balyozê Amerîka da zanîn, di warê elektîrîkê de, Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê dike, daku bikare xizmetguzariyeke baş pêşkêşî welatiyan bike.
Matthew Tueller wiha pê de çû: “Bê guman armanca me ew e, ku em ji bo berjewendiyên Iraqê gavên baş bavêjin daku Iraq di warê enerjî û bikaranîna çavkaniyên xwe de bigihîje asta serxwebûnê. Ev yek dê pere ji bo Iraqê peyde bike, herwiha dê girêdana Iraqê bi hawirdekirina gazê ji Îranê kêm bike, her ev yek di berjewendiyên Iraqê de ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin