Ji 28ê Sibatê ve çend êriş li Herêma Kurdistanê hatin kirin?
Ji despêkirina şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve bi sedan caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatin kirin.
RûpelNews - Di şerê Îranê de Herêma Kurdistanê her çend ragihand ku ew ne aliyeke vî şerî ne û dixwazin ji bo rawestandina şer wekî pira dîplomasiyê were nirxandin jî rastî êrişên dronî û mûşekan hat. Hat ragihandin ku heta niha bi 337 dron û mûşekan êrişî Herêmê hatiye kirin.
8 kesan canê xwe ji dest da
Li gorî nûçeya Rûdawê, ji roja yekem a êrişan ve li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.
Duşemê bi 9 dron û mûşekan êrişî parêzgeha Hewlêrê hat kirin. Hinek ji wan bi dengê xwe yê bilind di nav welatiyan de tirs çêkir.
Li Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, gundê Zirgwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaş, qezaya Kifrî, hêzên Fermandariya Pêşmerge, taxa Taslûceyê û Çiyayê Zimnako êriş hatin kirin.
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê û Akrê jî rastî êrişan hatin. Li Çiyayê Şinruyê yê Helebce jî êriş pêk hatin.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrişên li Herêma Kurdistanê dest pê kirine. Li gorî zanyariyan, piraniya êrişên li hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsiyariya piraniya êrişên li ser Herêma Kurdistanê girtine ser xwe.
Bang li hikûmeta Bexdayê hat kirin
Piraniya van dron û mûşekan bi pergala berevaniya hatine bêbadorkirin. Rayedarên Herêma Kurdistanê hişyarî dan hikûmeta Bexdayê ku berpirsiyarên êrişên ku ji Iraqê ve tên kirin ceza bike.
