NH 22 TIR alîkariya mirovî sand Idlibê

27 adar 2019 04:58
NH 22 TIR alîkariya mirovî sand Idlibê

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî bo bajarê Idlib û der û dora wê 22 TIR tije alîkariya mirovî şand da li xelkê bê belavkirin. Alîkarî ji navenda lojôstîk ya Neteweyên Hevgirtî ya bajarê Hatayê navçeya Reyhanliyê hat şandin.

Hêzên cendirmeyan û wezîfedarên Neteweyên hevgirtî çavdêriya TIR an kirin û di deriyê sînor yê gumrikê di Cilvegözü de derbas kirin. Konwoya alîkariyê dema bigihîje Idlibê wê alîkarî li xelkê sîvîl bê belavkirin.