Amerîka, bi sedan leskerên xwe li sînorên Tirkiyeyê bi cih dike!

01 mijdar 2022 21:00
Amerîka, bi sedan leskerên xwe li sînorên Tirkiyeyê bi cih dike!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku ji çapemeniya Yunanîstanê hatin ragihandin, Amerîka dê 600 leşkerên xwe li Bendera Dedeagaçê (Evros) ya li Trakyaya Rojava bi cih bike. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, dê ev tevger di vê mehê de dest pê bike.

Di nûçeyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku Amerîka dê Artêşa 1emîn a Asîmanî ya li eyaleta Teksasê, li herêma Fort Hoodê ye ku zêdetir bi helîkopterên êrîşê dagirtiye, dê li Bendera Dedeagaçê bi cih bike û dê ev yek jî di nav vê meha mijdarê de pêk were.

Her wiha hat ragihandin ku dê li bajarê Îskeçe yê nêzîkî sînorê Trkiyeyê jî di navbera leşkerên Hêzên Bejahî yên Amerîka û Yunanîstanê de li gundê Petrohoriyê jî pêşbaziya tetbîqatê ya bi navê ‘Hellenic Tank Challenge’ bê lidarxistin.

Li ser mijarê, ji aliyê Serokê tîma piştgiriya herêma Amerîkayê Brandon Marsh ragihand ku MDCA, bi taybetî ji bo bikaranîna helîkopterên ku li Stefanovikio û Dedeagaçê bên bikaranîn, cihekî girîng e.