Amerîka bi 3,5 mîlyar alav firot Brîtanyayê

20 cotmeh 2018 15:58
Amerîka bi 3,5 mîlyar alav firot Brîtanyayê

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku biryarê dane da bi bihayê 3,5 mîlyar dolarî 16 helîkopterên H-47 Chinook bifroşe Brîtanyayê.

Ragihandina ajansa parastin, ewlekarî û hevkariyê ku bi ser wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ve ye, bi awayeka nivîskî peyameka weha da:

“Wezareta karên derve texmînen bi bihayê 3,5 mîlyar dolarî biryara firotina 16 heb H-47 Chinook helîkopteran daye. Ajansa ewlekarî û hevkariyê di mijara vê firotinê de îro agahî da kongreya Amerîkayê. Ev firotin wê mêzêna herêmê neguherîne.”

Bo firotin tekez bibe, divê komîteyên karên derve yê meclisa temsîlkaran û senatoyê di nava 30 rojan de îttîrazê nekin. Piştî agahî giha kongreyê û di ser de 30 roj derbas bû, divê nameya qebûlê ya ku miqdarê pera jî tê de ye hatiye nîşankirin bê îmzekirin.