Amerîka bi 55 mîlyar dolarî sîlih firot
12 cotmeh 2018 23:03
PeyamaKurd- Ajansa Amerîka ya Bergirî û Hevkariyê ragihand ku Amerîka di sala 2018an de, bi 55 mîlyar û 660 hezar dolarî sîlih firotiye. Ev reqem li gor sala borî tê vateya ku ji %33 rêjeya xwe zêde kiriye.
Ji vê rêjeya firotina sîlih 47,71 mîlyar dolar pere ku dewletên biyanî ji Amerîkayê sîlih kirine û 4,42 mîlyar dolar jî perê wan ji aliyê dewleta Amerîka de hatiye dayîn û weka alîkariya leşkerî hatiye dayîn bo bernameyên leşkerî yên derve.
Di nava van reqeman de pereyên firotina balafirên şer û yên rêwiyan tine ye. Amerîka sala borî bi bihayê 41,93 mîlyar dolarî sîlihên leşkerî firotibû. Hêj 3 meh maye ku sala 2018an biqede.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Amerîka bi 1.4 mîlyar dolarî Patriot firot Kuweytê
29 gln 2020
Kurdistan
Senatoya Amerîkayê budçeya bi 2.1 mîlyar dolarî qebûl kir
30 trm 2021
Jiyan
Amerîka bi 1.8 mîlyar dolarî sîlih firot Hindistanê
11 sbt 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin