Amerîka 32 balafirên F-35 difirose Polonyayê

12 îlon 2019 09:49
Amerîka 32 balafirên F-35 difirose Polonyayê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê firotana 32 balafirên F-35 bo Polonya pejirandiye.

Balafriên F-35 dê şûna MiG-29 û Su-22 yên Rûsî bigirin û bi vî awayî Polonya dê karibe NATOyê re zêdetir bixebite.

Firotana F-35’an bo Polonyayê cara pêşî dema Serokomarê Polonya Andrei Duda di serê Hezîranê de serdana Washingtonê kiribû hatibû ragihandin. Trump di wê serdanê de dîyar kiribû ewê dijî gefên Rûsan, hezar leşkerên din bişînin Polonyayê.

Hêjayî gotinê ye ku li Polonya bi qasî 5000 leşkerên NATO û Amerîka kar dikin.