Amerîka 2 baregehên xwe yên li Sûriyê fireh dike
PeyamaKurd- Amerîka 2 baregehên xwe yên li Sûriyê firehtir dike. Bi heftaye ku alavên xwe dikşîne herêmê. Amerîka bi taybetî li sehayên ku petrol lê hene li Dêrezorê û li Hasekiyê her dû baregehên ku hene fireh dike. Baregehekî li Dêrezorê li seha Omer ya petrolê ye û ya dinê li Til Beyder e ku nêzî Hasekiyê ye.
Gelek makîneyên kar bo firehkirina seha baregeha Omer ya seha petrola Dêrezorê dixebitin. Di xebata baregeha Til Beyderê de karê ewilî araziyê rex baregehê kirî. Alavên înşaatê û erebeyên barhilgir yên alavan dibin baregehê, dest bi xebatê kirin.
Ev firehkirina baregehan dikeve wexta ku navbera Amerîka û Rûsya nexweşe ku Rûsya çend cara xwest bikeve seha petrolê ya navbera Qamîşlo û Dêrika Hemo ya bi navê Rimêlan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin