Fermandarê HSD: Artêsa Tirk êrîsan berfireh dike û baregehên nû çêdike
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Erdal Kobanê, li ser zêdebûna tevgera artêşa Tirk û komên çekdar li xeta Eyn Îsa û Girê Spî got, êrîşên bejahî û hewayî berdewam dikin û ew êrîş li gorî hiqûqa şer a cîhanê sûc in.
Erdal Kobanê ji ANHAyê re gotiye, êrîşên berdewam ên têne kirin sivîlan dikin armanc û ligel berfirehkirina wan êrîşan jî baregehên nû têne çêkirin.
Fermandarê HSDê dibêje, dewleta Tirk guh nade tu qanûn û peymanên hiqûqa şer û êrîşên bejahî û hewayî didomîne ku sivîlên herêmê bedelê giran didin.
Kobanê diyar kiriye, artêşa Tirk û komên çekdarên bi ser wê ve, bi hewan, obus û topan cih û warên sivîlan dikin armanc û ji ber wê jî sivîl neçarî koçberiyê dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin