Amedspor: Qedexeya transferê ya heta hetayê nîn e

27 adar 2026 12:28

Hat diyar kirin FIFAyê cezayê qedexekirina transferan li Amedsporê hatibû birîn. Lê tîma kesk û sor bi daxuyaniyeke ev nûçe red kir.

Amedspor: Qedexeya transferê ya heta hetayê nîn e

RûpelNews - Hat ragihandin Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFFyê de  di rêya şampiyoniyê de ye ye ji aliyê FIFAyê ve hat cezakirin. Lê Amedsporê diyar kir ev cizaya wek di medyayê e hatiye belavkirin rastiyê nîşan nade.

Di hin dezgehên rgaihandinê de hat belavkirin FIFAyê, ji tîma Amedsporê re qedexeyeke transferê ya bêdawî hatiye rewa kirin. Lê belê Amedsporê daxuyanî da û ev nûçe red kirin.

Di daxuyaniya Amedsporê de wiha hat gotin:

“Fitbolîst Bobby Adekanye, yê ku di 8ê Çileya 2025an de ji Go Ahead Eagles tevlî klûba me bû, derbarê heqdestê transfera xwe de serî li FIFAyê daye. Heqê transfera wî ji aliyê klûba me ve hatiye kirin, û gava ku belgeyên heqdayînê li ser pergalên têkildar ên FIFAyê bên barkirin, qedexeya demkî ya transferê dê were rakirin. Xeberên li ser medyaya civakî de der bar mijarê de wek 'qedexeya transferê ya bêdawî' hatiye belavkirin rast nîn e.”

Amedspor gav bi gav ber bi şampiyoniyê ve diçe
Amedspor, ku di 32 hefteyên borî de 67 pûan kom kirine, niha di rêza duyemîn de ye, du pûanan li pey Erzurumsporê. Heger tîma Amedsporê di vê rewşêde lîgê bi dawî bike, ew ê rasterast derbasî Lîga Super bibe.

Amedspor dê di hefteya 33yemîn a lîgê de mazûvaniya Bolusporê bike. Pêşbirk, ku dê roja Yekşemê 5ê Nîsanê li Yarîgeha Diyarbakırê were lîstin, dê di saet 7ê êvarê de dest pê bike.