Ji Amedsporê du transferên nû
Amedspor, ku ji bo demsala nû xebatên xwe yên avakirina kadroyê didomîne, du lîstikvanên din jî anîn tîmê. Tîma kesk-sor bi parêzvanê navendî yê navneteweyî yê Kosovayî Lumbardh Dellova re peymaneke sê-salî û bi lîstikvanê qada navîn Furkan Soyalp re jî peymaneke "1+1" salî îmze kir.
RûpelNews - Amedspor di çarçoveya amadekariyên demsalê de, bi rêya transferan kadroya xwe xurt dike.
Li gorî daxuyaniya klûbê, lîstikvanê navneteweyî yê Kosovayî yê 27-salî Lumbardh Dellova ku herî dawî di tîma Bulgarî CSKA Sofia de dilîst di çarçoveya plansaziya kadroyê ya ji bo demsala 2026-2027an de tevlî Amedsporê bû. Dellova, yê ku peymaneke sê-salî îmze kir, ji bilî pozîsyona xwe ya sereke ya parêzvanê navendî, dikare di pozîsyonên parêzvanê rastê û çepê de jî bilîze.
Amedsporê di daxuyaniya xwe de bi xêrhatina Dellova kir û hêviya kariyereke serkeftî di bin forma kesk-sor de ji wî re xwest.
Klûba kesk-sor her wiha transfera lîstikvanê qada navîn Furkan Soyalp jî temam kir. Hat ragihandin ku bi Soyalp re yê ku herî dawî di Kayserisporê de dilîst— peymaneke "1+1" salî hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniya klûbê de her wiha bi xêrhatina Furkan Soyalp a malbata Amedsporê hate kirin û hêviya performanseke saxlem û serkeftî di demsala pêş de hate anîn ziman.
