Ambargoya çekan a NY ya li ser Îranê bidawî bû
PeyamaKurd – Ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku sala 2015an ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve li ser Îranê hatibû danîn û ev 13 sal in berdewam dikir, bidawî hat.
Li gorî biryara NY Îranê nikaribû çekên konvansiyonel bifiroşe û li ser gelek kesayetên Îranê jî dorpêç hatibûn sepandin. Tevî ku Amerîkayê dixwest dema wê ambargoyê dirêj bike jî nehat dirêjkirin û ew biryara NY hilweşiya.
Wezareta Derve ya Îranê ragihandiye ku ambargoya çekan di çarçoveya Peymana Nukleerî de li ser Îranê hatibû ferzkirin piştî 13 salan bidawî bûye û qedexeya geştê ya ser berpirsên îranî rabûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tevî hemû hewldanên Amerîkayê yên li dijî biryara 2231 a Konseya Ewlekariyê jî ew yek pêk nehatiye û êdî bi awayekî yasayî rê li ber firotina çekan a Îranê hatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin