Almanyayê, karkirina li welêt û koçberiyê hêsan kir
PeyamaKurd- Li daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Kar û Barên Civakî ya Almanyayê ve hat dayîn, Encumena Wezîran qanûna nû ya Koçberiya Pispor pejirand ku armanc dike ku valahiya kêmbûna karkerên jêhatî li welêt bigire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Encumena Wezîran, stratejiya koçberan a bi kalîte ku ji bo hêsankirina koçberiya karkerên jêhatî ya li Almanyayê hatiye çêkirin pejirand.
Hat ragihandin ku gelek kompaniyên Alman ev demeke dirêj e di peydakirina xebatkarên pispor de rastî zehmetiyên cidî dibînin û di sala 2022yan de kêmasiya xebatkarên pispor di asta 1,98 mîlyonî de bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kêmasiya karkerên pispor, bandorê li gelek sektor û kompaniyan dike. Kêmbûna karkerên jêhatî li Almanyayê, ji bo dewlemendiyê bûye xetere."
Wezîrê Xebat û Karûbarên Civakî Hubertus Heil, li ser mijarê got ku di 10 salên pêş de yek ji karên herî mezin ên aborî yên Almanyayê peydakirina kedeke jêhatî ye û diyar kir ku wan bingeha welatekî nûjen a koçberiyê danî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin