Almanya | Jina Kurd a ji Rojava Xelata Salê ya Enterasyonê wergirt
PeyamaKurd - Jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya Xelata Salê ya Entegrasyonê wergirt. Jina Kurd a bi navê Bijîn Hesen a 28 salî xelata xwe roja duşemê li ser navê Serokwezîra Almanya Angela Merkelê wergirt.
Bijîn Hesen a ku ji Qamişlo ye sala 2014an koçî Almanyayê kiriye û ji ber kar û çalakiyên xwe yên ji bo penaberan, ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hêjayî vê xelatê hatiye dîtin ku nirxa xelatê jî 10 hezar euro ye.
Bijîn Hesen piştî wergirtina xelatê li ser twitterê got, ew bi wergirtina xelata Bundeskazlerin 2020 a integrasyonê hest bi “şanazî û bexteweriyê” dike û diyar kir, “Îro bi nûneratiya tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ez li Bundeskazleramtê me. Ez soz didim ku her tim bi wan re bim û piştgiriya wan bikim.”
Bijîn Hesen li ser Facebookê jî grubeke bi navê, “Ligel Bijîn Fêr Bibe”, ji bo fêrbûna ziman, dîtina kar û entegrasyonê, alîkariya penaberan dike ku heta niha alîkarî daye 155 jinên penaber li Almanyayê.
Bijîn Hesen bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Almanî şêwiran dide jinên penaber ên beşdarên projeya xwe û ji bo tevlîbûna wan di nav civaka Almanya de alîkariya wan dike.
Federasyona Karsazên Almanyayê (BDA) û Federasyona Pîşesaziya Almanyayê (BDI) bi awayekî hevbeş, Bijîn Hesen ji bo xelatê nazmed kiribûn.
Endamê Bundestagas ango parlamentoya Almanyayê Annette Widmann-Mauz li ser xelatkirina Bijîn got, “Bijîn Hesen nimûneyek e ku ji bo jinan dibe mînak ji bo destpêkirina jiyana xwe li Almanyayê.”
Serokê Federasyona Karsazên Almanyayê Ingo Kramer got, “Xanim el-Hesen gelek pabendî entegrekirina penaberan e di nava civakê de û di nav bazara kar de ye. Ew bi rastî hêjayî vê xelatê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin