Almanya | Nivsîkara Kurd xelata Hohenemsê wergirt
PeyamaKurd - Nivîskara Kurd Karoş Taha ya ji bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê hêjayî xelata Wêjeyê ya Hohenemsê hat dîtin. Nivîskara Kurd Karoş Taha xelata xwe bi merasîmekê wergirt.
Karoş Taha piştî ku xelat wergirt ji medyaya Avûstûryayê re diyar kir ku ji ber di nava malbata xwe de bi Kurdî û Almanî diaxive berhemên wê rengîn in.
Karoş Taha got: “Êdî xewnên min bi Kurdî û Almanî ne. Ez ji ber wergirtina vê xelatê matmayî mame”.
Romana Karoş Taha ya bi navê ‘Vegotina meşa kevjalekê’ sala 2018an hatiye weşandin û beriya niha jî romana wê li eyaleta NRW a Almanyayê hêjayî xelatê hatibû dîtin.
Weşanxaneya Hohenems a li Avûstûryayê, ji sala 2009an ve Xelata Wêjeyê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne Almanî ye û Almanî dinivîsin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin