Almanya ji bo kirîna derziya Korona ya Sputnik V dest bi danûstandinan kir
PeyamaKurd – Almanya ji bo kirîna derziya vîrusa Korona ya Sputnik V, bi Rûsya re dest bi danûstandinan kir.
Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Almanya Jens Spahn bi preskonferansekê diyar kir, Saziya Dermana ya Ewropa (EMA) şertên ji bo derziyê ya Sputnik V pejirandine.
Spahn da zanîn, dozên ew dixwazin dê di çend mehên pêş de amade bin.
Hikûmeta herêmî ya Bavyera destnîşan kiribû, ger EMA, Sputnik V bipejirîne ew ê 2,5 mîlyon doz bistîne.
Herwiha Spahn eşkere kir, nexweşên vîrusa Korona yên di çavdêriya krîtîk de, di rojên dawî de pir bûne.
Spahn diyar kir, hejmara nexweşên vîrusa Korona yên di çavdêriya krîtîk de 4500 e û bal kişand ku sîstema wan ya tendirustiyê bi dijwariyan re rûbirû dimîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin