Komîsyona Derzîlêdana Daîmî ya Almanya li ser derziya Korona daxuyaniyek girîng da

05 cotmeh 2020 13:12
Komîsyona Derzîlêdana Daîmî ya Almanya li ser derziya Korona daxuyaniyek girîng da

PeyamaKurd Bi daxuyaniyeke girîng, Komîsyona Derzîlêdana Daîmî ya Almanya bal kişand ser derziya Korona û hişyarî da: "Ji bo derziyên vîrûsa Koronayê, zêde hêviyan nedin xelkê."

Li gor Endamên Komîsyona Derzîlêdana Daîmî (STIKO) ya girêdayî Enstîtuya Robert Koch a Almanî, ji bo bergiriya li hember Koroyanê divê derzîlêdan 2 carî be. Pispor dibêjin dê li Almanya 5 milyon doz vaksîn bên hilberandin. Lêbelê hema tenê ji bo Almanya 160 milyon lazim in.

Lewma pispor dixwazin xelk hişyar bin, maskeyan bi kar bînin û mesafeya civakî cîbicî bikin.

Serokê komîsyonê Thomas Mertens da zanîn, ji bo gihiştina asta parastina civakî, divê herî kêm ji sedî 60'ê xelkê Almanya were vaksînkirin. Herwiha dibêje: "Ev pêvajo dê bi mehan berdewam bike."

Li gor endamê Komîsyona Derzîlêdana Daîmî Pediatrician Martin Terhardt ragihand: "Derzîlêdan herî kêm 8 mehan dê bidome. Ne pêkane ku heya 1,5-2 salan em vegerin jiyana xwe ya asayî (normal)."

Herwiha li gorî zanyariyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, hejmara mirovên ku ji ber vîrûsa Korona mirine, li seranserê cîhanê ji 1 mîlyon 33 hezaran zêdetir e. Welatê ku herî zêde mirov lê mirine Amerîka (DYE) ye. Li Amerîka heya niha 209 hezar û 394 kesan can dane. Brezîlya û Hindistan piştî Amerîka tên.