Iraqê daxwaza kirîna yekem derziya Korona ji Rûsyayê kir

13 tebax 2020 13:02
Iraqê daxwaza kirîna yekem derziya Korona ji Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Ji bo kirîna yekem derziya Koronayê, Iraqê sparîş da Rûsyayê.

Li gor Endamê Şaneya Qeyranan a Parlementoya Iraqê Nehro Mihemed diyar kir: “Iraq di nav 20 welatên ku daxwaza kirîna derziya Koronayê ji Rûsyayê kiriye de ye.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do ragihand,  Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê, yekem derziya vîrûsa Koronayê ya ji aliyê saziya Gamaleya Rûsyayê ve tê çêkirin, li cîhanê pesend kir.

Herwiha do Rûsyayê destnîşan kir, 20 welatan ji bo kirîna derziya Koronayê sparîş dane û zêdetirî milyarekê derzî hatine xwestin.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê diyar kiribû, piştî bikaranîna derziyê, du salan bandora bergiriya wê li hember vîrusa Kovid19 berdewam dike.