Albûma nû ya Sîmir Rûdan bi navê ‘Kevî’ derket
PeyamaKurd - Sîmir Rûdan ji keviyekê li rewşên mirovî dinêre. Kevî rex e lê ne ji derve ye, Sîmir ji mal de dinêre, ji ber ku ew jî lê dijî, ew jî tê de ye…
Kevî ji 10 stranên Kurdî pêk tê û gotin, beste û aranjeyên hemû stranan ayîdî Sîmir Rûdan in. Cûreyên wek, rock, alternatîf û akûstîkê tama xwe dane albûmê. Stranek bi du versiyonan hatiye qeydkirin (Rojên Reş), versiyonek Reggae ye û şidhayî ye a din slow e. Di hinek stranan de şewaza psychedelicê tê hîskirin. Loma em nikarin sounda “Kevî”yê tenê bi yek cûreyê mûzîkê ve girê bidin û wê kategorîze bikin.
Sîmir Rûdan di Kevîyê de gotinên xwe bi awayekî felsefî û derûnnasiyî li ser mûzîka xwe neqş kiriye. Strana ewil “Aliyê Din” bi pirsekê dest pê dike. Ger em li vê pirsê xwedî derkevin, belku em çêtir bikaribin xwe li ber kêmasiya nava dilê xwe ragirin. Di Dîstopyayê de rexne û hişyarî hene. Tê de tê îddîakirin ku wiha dewam bike rojên nebaştir li pêşiya me ne.
Sîmir bi strana “Jirmam Leylê”, ji cîrana xwe ya Cizîrî re şîn girtiye. Wî jirmam (jinap) Leylê wek xaltikekê an jî jinapekê didît û jê hez dikir. Loma jê re digot Jirmam Leylê. Cîrana Leylê bi nexweşiyan çû. “Rojên Reş” li ser bûyerên ku beriya niha 4-5 salan li Cizîrê qewimîne hatiye nivîsîn. Wê demê malbata wî li Cizîrê demên zor derbas kiribûn. Dema mirov guh dide versiyona slow a Rojên Reş, ji dengê nefesên wî mirov dikare wê tengasiyê hîs bike.
Sîmir Rûdan ji “Kevî”ya xwe li evîn û evindariyê nenêribûya çê nedibû. Gulhavîn li ser evîneke havînî ye. Ji ber ku xeyalkirina havînan li ber avan xweş e, ev stran bi dengê avê dest pê dike. Bi strana “Zarokatiya Wê” em dibînin ku carinan kesek bi ku ve jî here zarokatiya wê/wî dikare her tim li pey were.
Xuya dike ku Sîmir di vê albûma xwe de jî dev ji vebêjiyê bernedaye. Di strana Ava Şêt Diherike de behsa çîroka tiryakiyekê dike. Dibe ku ew tiryakî ji me ne dûr be. Mijara Hêsirên Veşartî pirsgirêka jinê ye. Stran dike ku bi jinekê re empatiyê bike. Di dawiya stranê de ew jin bi xwe tev li stranê dibe û bi van gotinan stranê diqedîne: Bijîm, bijîm, bijîm / Ez jî dixwazim bijîm / Bijîm, bijîm, bijîm / Li gor dile xwe bijîm
Di vê albûma xwe ya duyem de Sîmir Rûdan produktoriya xwe kiriye. Ji serî heta binî bi her tiştî ve mijûl bûye. Kevî li Stenbolê di stûdyoyên herî baş de bi mûzîkjenên nav û deng hatiye tomarkirin. Bergê albûmê bi awayekî profesyonel hatiye kişandin.
Sîmir Rûdan ji Cizîrê ye. Sala 1999an ji bo xwendevaniyê diçe Enqereyê. Bi destpêkirina zanîngehê di jiyana wî de ciyê muzîkê girîngtir bû. Hînî lêdana gîtarê bû û li hinek mekanan derket li ser dikê. Wî çaxî ji aliyekî ve gelek mûzîkjen û komên mîna Elvis Presley, The Beatles, Led Zeppelin û Pink Floyd a efsanewî keşif kir. Ji aliyekî ve bi muzîka rojavayî ya klasîk ve mijûl bû. Di sala 2002yan de di Koroya J. S. Bach de ku ev koro girêdayiyê Beşa Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Enqereyê bû, ji bo demekê stranbêjiya aryayan kir. Loma di muzîka Sîmir Rûdan de formên rojavayî yên mîna rockê û muzîka klasîk a rojavayî xuya dikin.
Di Sala 2005an vedigere Cizîrê. Li vir serpêhatiya xwe ya muzîkê bêhtir ji aliyê afirandinê ve didomîne. Sala 2013an bi navê ‘Bi Çîrokî’ albûma xwe ya yekem derxist. Abûma Sîmir Rûdan ya yekem (Bi Çîrokî) sala 2013an ji aliyê malpera HawarNetê ve ‘albûma herî baş a Kurdî’ hat hilbijartin.
Sala 2015an di albûma Peşkê de bi strana Berfîn cih girt ku di vê albûmê de ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Bro Omerî gelek mûzîkjen li hev civiya bûn.
Sîmir Rûdan ji sala 2015 an ve li Stenbolê dijî. Ji hêlekê ve li dibistanekê de şêwirmendiya derûniyê dike û ji hêla din ve bi kar û barên muzîkê ve mijûl dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin