Albûma duyemîn a Rewsan Çelîker bi navê 'Tov' derket

10 rêbendan 2020 14:34
Albûma duyemîn a Rewsan Çelîker bi navê 'Tov' derket

PeyamaKurd - Hunermend Rewşan Çelîker, albûma xwe ya duyemîn a bi navê Tov belav kir. Çelîker ku bi albûma xwe ya yekemîn 'Ax Lê Wesê' bala guhdaran kişandibû, niha jî bi albûma xwe ya duyemîn bi navê 'TOV', li pêşberî guhdaran e.

Di vê albûma nû de tevî hotinên Rewşan Çelîkerê, gotinên Kamuran Alî Bedirxan, Fêrikê Ûsiv, Aram Tigran, Ahmet Kaya û Mirady tê de cih digirin û bi vê yekê jî awazeke nû ya Progresîf Folk hatiye avakirin. Derhêneriya muzîk û aranjeyên albûmê ji aliyê Hakan Gurbuz ve hatiye çêkirin.

Ew albûm, bi amûrên kevneşopî û modern ve hatiye sazkirin, cureya albûmê Progresif Folk e û ew di kategoriya 'Muzika Dinyayê' tê hesibandin. Di albûma Tov de 10 stranên Kurmancî cih digirin. Yek ji taybetmendiya vê albûmê ew e ku, Rewşan Çelîker cara ewil e stranên xwe jî parve dike.

Aalbûm, îro roja Înê, 10ê Çileyê 2020an, li ser hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkê cihê xwe digire.

Lansmana albûma Tovê dê 29ê vê mehê li Moda Sahne ya Stenbolê were  kirin.

Rewşan Çelîker kî ye?

Hunermend Rewşan li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Enqerê temam kiriye. Mastera xwe jî di warê Lîstîkvaniyê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê pêk anî.