Li Xezeyê pevguhertina rehîneyan: Îsraîlê lîsteya navên koma duyemîn wergirt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl lîsteya navên 13 mehkûmên Îsraîlî yên ku di çarçoveya pevguhertina girtiyan a bi Hamasê re ji Şerîda Xezzeyê hatibûn berdan, wergirt.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Ofîsa Netanyahû hat dayîn de hat ragihandin, Mossad û artêşa Îsraîlê lîsteya girtiyên Îsraîlî yên ku îro bên berdan wergirtine.
Hat ragihandin, hêzên ewlehiyê lîste lêkolîn kirine û malbatên girtiyên Îsraîlî yên ku dê bên berdan hatine agahdarkirin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku navên girtiyên Îsraîlî yên dihat plankirin îro bên berdan gihiştiye destê rayedarên Îsraîlê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, tê plankirin ku îro 13 girtiyên Îsraîlî ku di nav wan de jin û zarok jî hene bên berdan û hate gotin, tê pêşbînîkirin di koma duyemîn de zarokên din jî cih bigirin.
Peymana derbarê 4 roj rawestana însanî ya di pevçûnên navbera Îsraîl û Hamasê de do saet di 07:00 de ket meriyetê.
Do danê êvarê Hamasê 13 girtiyên Îsraîlî serbest berdan û Îsraîlê jî 39 Filistînî ku ji wan 24 jin û 15 zarok bûn, ji zindana Îsraîlî Ofer li Şerîeya Rojava ya dagîrbûyî azad kirin.
Di çarçoveya peymanê de 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de li hemberî 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de jin û zarok jî di nav de ne, wê bên berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin