Tîma Hîlalê navê xwe guherî û kir Qamişlo Sport

15 tebax 2026 16:02

Tîma Werzişê ya Hîlalê ya Rojava ku gihîşt Lîga Super a Sûriyeyê, navê xwe wekî "Qamişlo Sport" guherî.

Tîma Hîlalê navê xwe guherî û kir Qamişlo Sport

RûpelNews - Birêvebiriya tîmê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev guherîn ji bo xurtkirina girêdana bi bajarê Qamişloyê re û temsîlkirina nasnameya xelkê herêmê hatiye kirin.

Tîma Qamişlo Sportê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi serbilindiyeke mezin, Tîma Werzişê ya Qamişloyê navê xwe yê nû radigihîne ku ji bajarê Qamişloyê hatiye wergirtin.

Ev nav nasnameya tîmê û girêdana wê ya bi civaka herêmî re nîşan dide.

Berê wekî Tîma Werzişê ya Hîlalê dihat naskirin lê ev gav nasnameyeke nû ava dike û di dîroka tîmê de serdemeke nû vedike.

Gelek spas ji bo alîgirên me, piştgir û her kesê ku beşdarî vê serkeftinê bûye.”

Wateya logoya nû

Tîma Qamişlo Sportê her wiha logoyeke nû jî amade kiriye ku her hêmaya wê wateyeke taybet dide:

· Tîpa Q: Tîpa yekem a navê Qamişloyê ye û dibe bingeha nasnameya tîmê.

· Fenîks: Sembola vejîn, hêz û domdariyê ye ku armanca tîmê ya ji bo bipêşketinê nîşan dide.

· Goga futbolê: Girêdana nasnameya werzişî û armancên li ser zemîna lîstikê diyar dike.

· Roj: Sembola ronahî, hêvî û destpêkên nû ye. Rengê şîn jî dîroka tîmê bi ruhê nûjen diparêze.

· Rengê zêrîn: Wateya serfirazî û serkeftinê li logoyê zêde dike.

Birêvebiriya tîmê destnîşan kir ku ev gav dê hesta aîdiyetê ya li bajar xurttir bike û di dîroka tîmê de rûpeleke nû veke.