Ala Neteweyên Yekbûyî ji bo sîna Reîsî daxistin nîvî
21 gulan 2024 23:01
PeyamaKurd – Ala Neteweyên Yekbûyî ya li ser avahiya navendî ya New Yorkê ji bo şîna Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya helîkopterê de roja Yekşema borî can dabû, hate daxistin.
Di merasîma li ser mirina Reîsî ya li navenda NY hate lidarxistin de, ala NY ya li ser stûnê ber avahiya New Yorkê wekî şîngirtin heta nîvî hate daxistin.
Di merasîmê de Nûnerê Daîmî yê NY yê Îranê Amir Seîd Îravanî û rayedarên protokolê yên Neteweyên Yekbûyî beşdarî kirin.
20ê Gulanê jî Endamên Konseya Ewlekariyê yên NY deqeyekê ji bo rêzgirtina giyanên Reîsî û hevalên wî yên di helîkopterê de can dane rawestiyabûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Neteweyên Yekbûyî pêsniyara vekisîna Îsraîlê ji Filîstînê pejirand
18 îln 2024
Cîhan
Nûnerên 15 welatên Neteweyên Yekbûyî serdana Samê dikin
27 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin