Akar: Operasyona Garê bidawî bû, 13 welatiyên me kustî hatin dîtin

14 sibat 2021 13:31
Akar: Operasyona Garê bidawî bû, 13 welatiyên me kustî hatin dîtin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmarek fermandarên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînor li navenda fermandariya operasyona Pençe-2 ku li devera Garê 10ê Sibatê li ser PKKê hatiye destpêkirin civiyan.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku operasyona Garê bidawî bûye û wan li hember PKKê serkeftin bidest xistiye û got ku 13 welatiyên wan ên ku çend sal in ji aliyê PKKê ve hatibûn dîlgirtin, li cihê operasyonê kuştî hatine dîtin.

Akar derbarê operasyonê de got, “Operasyoneke gelekî taybet û krîtîk hat kirin. Operasyon li qadeke berfireh û di mercên zehmet ên zivistanê de hat encamdan. Bi vê hereketê beşek mezin a pêkhateyên ku gef bûn li ser ewlehiya me û sînorên me ku amadekariya êrîşan dikirin hatin bêbandorkirin. Niha agahiya bêbandorkirina 50 têrorîstan heye û xebatên saziyên îstixbarî dewam dikin li ser tespîtkirinê ku wê hejmar zêdetir be. Xwezî me me bikariya 13 welatiyên xwe bi saxî rizgar bikira. Lê ew kesên bêguneh bi qetlîamê hatin şehîdkirin.”

Hêjayî gotinê ye dema operasyon berdewam dikir, li gorî daxuyaniyên baskê leşkerî yê PKKê HPGê, artêşa Tirkiyê ew cihê ku dîlên leşker û polîsên tirk lê bûn bombebaran kiriye. Lê li gor daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî ew kes bi guleyan hatine kuştin ku hîn derbarê mijarê de ji aliyê PKKê daxuyanî nehatiye dayîn.