Ahmet Türk: "Me ji Devlet Bahçeli daxwaza efûyê nekiriye û gotin supekulasyon in"

04 rêbendan 2025 19:35
Ahmet Türk: "Me ji Devlet Bahçeli daxwaza efûyê nekiriye û gotin supekulasyon in"

PeyamaKurd – Piştî heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re xeber da, ji bo civînên agahdarkirinê Ahmet Türk jî tevlî hevdîtinan bû û bi serokê MHPê Devlet Bahçeli re hevdîtin kir.

Li ser gotinên ku gotin Ahmet Türk ji Devlet Bahçeli daxwaza derxistina efûyê kiriye, Türk got ku gotinên han tenê supekulasyonin. Türk got ku piştî seredanên Öcalan, dibe ku ji Îmraliyê banga destberdana çekan bê kirin.

Li ser pêvajoyê, Ahmet Türk ji bo rojnama Nefesê ji Aytunç Erkin re got:

“Di encama hevdîtinan de di seredana 2em an 3em de dibe banga destberdana çekan ji Öcalan were. Öcalan, di hevdîtina bi heyeta DEM Partiyê de behsa mafê hêviyê nekiriye (efû). Pêşdeçûnên li Sûriyê û Tirkiyê hewla bidestxistina emperyalîstan ya Rojhilata Navîn e. Di hevdîtina bi Öcalan re li ser van mijaran axifîne. Divê li hemberê wan çi bêkirin? Di axaftinê de hatiye gotin ku divê pirsgirêkan em bi xwe çareser bikin. Bila kesekî dinê nekeve navberê. Öcalan dibêje ku ‘mesela naxweyiye’ û divê parlemento pirsgirêkê çareser bike.”