Ahmet Türk: Dixwazin li her derê dengê Kurdan qut bikin!

08 nîsan 2018 15:31
Ahmet Türk: Dixwazin li her derê dengê Kurdan qut bikin!

PeyamaKurd-Şaredarê Mêrdînê Ahmet Türk li ser rewşa Tirkiyê ya dawî axivî û got ku şîddet û tundî li ti derên dinyayê nebûye çareserî. Tevî hemî neyîniyan, divê dîsa rêya axaftin û diyalogê vekirî be.

Şaredarê Bajarê mezin yê Mêrdînê yê ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin Ahmet Türk, li Stenbolê di semposyûma bi navê “Pirsgirêka Kurdî û Huqûq û Polîtîka Tecrîdê” de axivî û li ser rewşa Tirkiyê û Kurdan nêrînên xwe parve kirin.

Ahmet Türk wiha got: Em îro dibînin ku “rewşa awarte û biryarên wekî qanûnan” rewşa welêt çi qasî xirab kirine. Îro travmayeke mezin li welêt heye. Di 12ê Êlûnê de ez li zîndana Diyarbekirê mam. Divê em wan rojan û îro bidin ber hev. Ti kes nikare îşkenceya wê rojê tarîf bike. Lêbelê îro jî hêzeke ku her hêzan dixe destekî de heye. Di hemî darbeyên leşkerî de hedefa pêşî, her dem Kurd bûn. Îro jî heman tişt heye. Belê hinek aliyên dî jî di hedefê de ne, lêbelê hedefa mezin û pêşî, Kurd in.

Li kû dera dinyayê Kurdek dengê xwe rake, dixwazin wî dengî qut bikin.

Hikûmeta Tirkiyê ya îro li kîjan aliyê dinyayê dengê Kurdekî derkeve, dixwaze di cih de wî dengî qut bike. Siyaseta dewletê, hemî ev e. Li her aliyê dinyayê tunekirina Kurdan…

Hema li Efrînê binêrin; Ev êrîşa li ser Efrînê, dijminatiya li dijî Kurdan eşkere dike. Li kû dera dinyayê Kurd mafekî xwe bi dest bixin, Hikûmeta Tirkiyê hewl dide ku wan binpê bike.

Ahmet Türk wiha berdewam kir; şîddet û tundî li ti derên dinyayê nebûye çareserî. Tevî hemî neyîniyan divê dîsa rêya axaftin û diyalogê bê vekirin.