Lavrov: Amerîka û NATO, dixwazin wê derê kontrol bikin
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di serdana xwe ya ji bo Asya-Pasifikê de beriya destpêka Lûtkeya ASEANê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Lavrov, bi rêya daxuyaniyê Amerîka û NATOyê tawanbar kir.
Sergey Lavrov, ji bo Lûtkeya Yekîtiya Welatên Başûr Rojhilat ên Asyayê (ASEAN) a 2022yan, derbasî Kamboçyayê bû û beriya lûtke dest pê bike, daxuyaniyek da çapemeniyê. Lavrov, bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku Amerîka û NATO, dixwazin herêma Asya-Pasifikê bikin bin kontrola xwe û wiha dewam kir:
“Niha jî li herêmê avaniyeke dorhêlî heye lê Amerîka û NATO hewil didin ku kontrolê bikin destên xwe.”
Lavrov di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser nirxandina Amerîkayê ya li ser rewşa Ukraynayê ya ‘nayê qebûlkirin’ û got ku ji ber wê yekê di lûtkeyê de biryareke hevpar nehatiye dayîn û dê ji aliyê Kamboçyayê ve jî di derbarê hevkariyên zêdetir de danezanek were parvekirin.
Sergey Lavrov îdia kir ku Rojava dixwaze herêmê leşkerî bike û berjewendiyên Rusya û Çînê jî bike bin kontrola xwe û da zanîn ku nîşaneya herî mezin a vê yekê jî peymana AUKUSê ya navbera Avustralya, Amerîka û Brîtanyayê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin