Lavrov: Em bicihkirina her binesaziya leskerî ya Amerîka û NATOyê li Asyaya Navîn qebûl nakin

31 adar 2022 15:08
Lavrov: Em bicihkirina her binesaziya leskerî ya Amerîka û NATOyê li Asyaya Navîn qebûl nakin

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di derbarê bicihkirina binesaziya Amerîka û NATOyê li Asyaya Navîn axivî û got, em qebûl nakin.

Li gor Lavrov îro Pêncşemê di axaftina xwe ya rûniştina Konferansa Welatên Cîran ên Afxanistanê de da zanîn: “Wekî ku me berê jî qal kiribû, em bicihkirina her binesaziya leşkerî ya Amerîka û NATOyê, yan jî yên Afxanên ku xizmeta wan dikin, li ser xaka welatên cîran û di serî de li Asyaya Navîn qebûl nakin.”

Lavrov eşkere kir: “Planên bi vî rengî berovajî berjewendiyên ewlekarî yên welatên herêmê ne û li dijî belgeyên yasayî yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî ne.”

Konferansa Welatên Cîran ên Afxanistanê li bajarê Huangshan ê Çînê do bi beşdariya Îran, Pakistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Tirkmenistan, Qeter, Rûsiye û Çînê destpê kiribû.