Adnan Selçuk Mızraklı piştî 7 salan vegeriya Amedê
Adnan Selçuk Mızraklı, Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku nêzîkî heft salan di girtîgehê de mabû, piştî serbestberdana xwe vegeriya Amedê.
|
Türkçe
RûpelNews - Mızraklı, ku îro ji Girtîgeha Edirneyê hat berdan, li derveyî girtîgehê ji aliyê hevjîna xwe Zeynep Mızraklı û her wiha rayedar û parlamenterên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Mızraklı piştî serbestberdana xwe peyama aştiyê û çareseriyê da û got: "Heya em hevalên xwe yên girtî ji wir derxînin, ji bo me bêhnvedan nîne."
Mızraklı êvarê bi balafirê ji Stenbolê derbasî Amedê bû. Ew derdora saet 21:30an gihîşt bajêr û li balafirgehê ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin.
