81 welat besdarî konferansa têkosîna dijî DAISê dibin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê 81 welat beşdarî civîna wezîrên derve ya hevpeymaniya dijî DAIŞê ya ku li paytexta Îtalya Romayê tê lidarxistin bibin.
Wezareta Derve ya Îtalyayê ragihand ku wê di civîna wezîran a hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de ku bi serpereştiya Amerîkayê tê lidarxistin de, 81 welat beşdariyê bikin.
Hat diyarkirin ku wê di civînê de bi temamî jinavbirina DAIŞê, hevkariya navbera hevpeymaniyê, dabînkirina îstiqrara herêmên li Sûriyê ji DAIŞê hatine rizgarkirin û herwiha gefa komên girêdayî DAIŞê yên li welatên afrîkî çalak in werin gotûbêjkirin.
Di civînê tê pêşbînîkirin ku hevpeymanî were mezinkirin û girîngiya şirîkên li seranser cîhanê bo têkoşîna dijî terora DAIŞê were nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin