Nûnerên 37 welatan besdarî ‘Konferansa Ukrayna’ dibin: Plana Marshall di rojevê de ye
PeyamaKurd – Di demeke ku êrîşên dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ji 24ê Sibata borî ve berdewam dikin, li Swîsreyê sibe 4ê Tîrmehê konferanseke navdewletî ji bo rewşa Ukraynayê tê lidarxistin.
Hat ragihandin ku di konferansa ku li Swîsre tê lidarxistin de, wê mijara alîkariyên bo Ukraynayê û ji nû ve avadankirina wê were gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku ji 37 welatan nûnerên di asta bilind de beşdariya konferansê dikin û herwiha ji 14 saziyên navdewletî jî bi sedan nûnerên pisporên aboriyê û civaka sivîl di konferansê de gotaran pêşkeş dikin.
Di konferansa ku li bajarê Lugano yê Swîsreyê tê lidarxistin de, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û serokwezîrên welatên wekî Polonya, Çekya û Lîtvanyayê jî beşdarîyê dikin.
Li gorî zanyariyan dibe ku Plana Marshall a piştî şerê duyem ê cîhanê ku welatên ewropî ji nû ve hatibûn avadankirin ji bo Ukraynayê jî were rojevê û li gorî şert û mercên vê serdemê stratejiyek were pêşxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin