69 welatên Neteweyên Yekbûyî pistevanî dan binpêkirinên mafên mirovan ên Çînê

15 hezîran 2022 22:37
69 welatên Neteweyên Yekbûyî pistevanî dan binpêkirinên mafên mirovan ên Çînê

PeyamaKurd - 69 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî di civîna 50emîn a Konseya Mafên Mirovan a NY de, li ser mijarên ‘Sîncan, Hong Kong û Tîbetê’ piştevaniya xwe bo Çînê eşkere kirin.

69 endamên NYyê li ser binpêkirinên mafên mirovan li wan herêman û piştevanî dan Çînê û wekî karê navxweyî yê Çînê bi nav kirin.

Di daxuyaniya hevpar a wan welatan de hatiye gotin, bi behaneya binpêkirinên mafên mirovan û sîyasîkirina rewşa wan deveran em li dijî destwerdana karûbarên navxweyî yên Çînê ne.