5 hezar doktor ji ber sertên xerab reviyan derveyê welat

16 îlon 2023 04:14
5 hezar doktor ji ber sertên xerab reviyan derveyê welat

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê ji 5 hezarî zêdetir doktor bi sedema şertên xebatê yên xerab reviyan derveyê welatê xwe. Serokê Yekîtiya Doktorên Binecîh yên Nîjeryayê (NARD) Dr. Orji Emeka İnnocent, ragihandiye ku doktorên li welatê wan ji bo zêdekirina jimara doktor û xebatkarên Nîjeryayê û hem başkirina mehaneyên wan pir caran grevê dikin.

İnnocent ragihand ku li welatê Nîjeryayê di xizmeta giştî de li dora 12 hezar doktor dixebitin. Koça mêjî ya ji welatê wan, derbê li sektora tenduristiyê xistiye, ji ber mehaneyên kêm û rewşa şertên xerab, zêdetirê 5 hezar doktor terka welatê xwe kirine.

İnnocent got ku ev rewşa han kiriye ku nexweş li nexweşxanan zêde dimînin û bûye sedema betalkirina roja emeliyatan û randevûyan.

Li Nîjeryayê ji ber mehaneyên doktoran nedabûn, doktor di 26ê Temmûzê û 12ê Tebaxê de ketibûn grevê.