Cendirmeyên Tirkiyê gule li penaberên ku ji ber sertên nebas reviyan resandin

02 tîrmeh 2022 18:29
Cendirmeyên Tirkiyê gule li penaberên ku ji ber sertên nebas reviyan resandin

PeyamaKurd – Cendirmeyên Tirkiyê, li bajarokê Cevdetiyê yê girêdayî Osmaniyeyê, gule li penaberên ku ji ber şertên wê yên nebaş ji Navenda Hewînê ya Demkî reviyan reşandin û komeke nîjadperest jî bi çekan bera ser pişta penaberan da û ew lînç kirin.  

Li gor zanyariyan, li bajarokê Cevdetiyê yê girêdayî navenda Osmaniyeyê, do êvarî komeke penaberên ji Sûriye, Afganistan û Pakistanê ji ber şertên wê yên nebaş ji Navenda Hewînê ya Demkî reviyan. Di dîmenên ku li ser medya sanal hatine parvekirin de tê dîtin ku penaber xwe di ser têlan de diavêjin û cendirme li pey wan gule direşînin. Di dîmenan de tê dîtin ku kesên tê gotin penaber in li erdê dirêjkirî ne û nayê zanîn ku mirine ya na. Herwiha di dîmenan de tê dîtin ku penaber di kuçeyan de direvin û komên nîjadperest dane dû wan û guleyan li wan direşînin û hewl didin wan lînç bikin. 

Hat zanîn ku penaber ji ber şertên nebaş ên navendê direvin û di êrîşan de gelek penaber birîndar bûne û agahî nehat bidestxistin ku kes miriye ya na. 

Herwiha Parêzgariya Osmaniyeyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got, cendirmeyan û ewlehiya taybet a navendê mudaxaleyî bûyerê kiriye û rewş hatiye kontolkirin û hemû (35) penaberên ku reviyane hatine girtin.