4 rehîneyên Sînagogê hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 kesên di Sînagoga Beth Îsraîl a eyaleta Teksas a Amerîkayê şeva borî hatibûn rehînkirin, hatin rizgarkirin.
Li navçeya Colleyville kesekî çekdar, dema ayîneke olî bi ser Sînagoga Beth Israel de girtibûn û 4 cihûyên di Sînagogê de rehîn girtibûn.
Li gorî ragihandina berpirsên ewlehiya Teksasê di encama operasyoneke 10 demjimêran de, krîza rehîneyan bidawî bûye 4 kesên hatibûn rehînkirin hatine rizgarkirin.
Hatiye diyarkirin ku êrîşkarê Sînagogê Muhammed Siddiqui yê eslê xwe ji Pakistanê û hemwelatiyê Amerîkayê bûye.
Li gorî çavkaniyên medya Amerîkî Sidiqî ji bo berdana xwişka xwe Dr. Afiya Sidiqî ku ji ber kuştina ajanekî FBIyê di sala 2010an de cezayê heta hetayê wergirtiye ev êrîş pêk aniye û daxwaza serbest berdana xwişka xwe kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin