21 kesên ji ber berfê li Sîdekanê asê mabûn hatin rizgarkirin
29 berfanbar 2025 13:54
Operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo 21 kesên ku li zozanên Lolanê yên ser bi bajarokê Sîdekanê ve winda bibûn, bi serkeftî bi dawî bû.
EuronuNews- Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku piştî du rojan ji asêmanê di bin berf û bahozê de, her 21 kes sax û silamet hatine dîtin.
Çelebî diyar kir ku ji koma rizgarkirî 13 kes welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û 8 kes jî welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Her weha qaymeqam gotegotên derbarê mirina du kesan de derewand û destnîşan kir ku tenduristiya her 21 şivanan baş e. Hat zanîn ku kûrahiya berfê li herêmê gihîştiye 2 metreyan û ev bûye sedema asêmana wan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Kolberên di bin berfê de mabûn hatin dîtin: 2 mirî
28 brf 2025
Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand
29 brf 2025
Cîhan
Li Ardaxanê 16 kesên ku di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin
14 brf 2024
Jiyan
Li bajarê Rize, 6 kesên di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin
19 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin