500 pisîk ji destê çeteya goştî hatin rizgarkirin

17 hezîran 2026 16:10

Di operasyoneke mezin de, bi sedan pisîkên ku li Viyetnamê hatibûn dizîn da ku bên kuştin, hatin rizgarkirin û neh kes hatin girtin.

500 pisîk ji destê çeteya goştî hatin rizgarkirin

RûpelNews - Li Bajarê Ho Chi Minh, bajarê herî qerebalix ê Viyetnamê, polîsan di operasyoneke berfireh de rêxistineke sûc a goştê pisîkan têk bir û zêdetirî 500 pisîk desteser kirin. Li gorî raporên rêxistinên xêrxwaziya ajalan û medyaya herêmî, di operasyonê de ku hefteya borî pêk hat û çend rojan ajot, neh gumanbar hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyek ji navenda polîsê bajêr, di operasyonê de 45 qefesên ku nêzîkî 400 pisîkên zindî tê de bûn, her wiha çar qutiyên tijî qeşa ku nêzîkî 80 pisîkên mirî tê de bûn, hatin desteserkirin. Li cihekî cuda, 21 pisîkên din ên zindî hatin dîtin. Medyaya herêmî ragihand ku, bi girtina zêdetirî 500 pisîkan bi giştî, ev operasyon yek ji mezintirîn lêpirsînên li ser başbûna pisîkan bû li Viyetnamê di salên dawî de.

Ev sê sal bûn xefik didanîn

Operasyon wekî beşek ji lêpirsîna li ser diziya heywanên kedî li Bajarê Ho Chi Minhê hate meşandin. Gumanbarên ku hatin binçavkirin îtîraf kirin ku wan di sê salên borî de li seranserê başûrê Viyetnamê, bi taybetî li bajarên Ho Chi Minh, Tay Ninh û An Giangê, pisîk xefikavêtî û kom kirine.

Zêdetirî 40 pisîkên rizgarkirî ji xwediyên xwe re hatin vegerandin. Lêbelê, rêxistinên parastina ajalan ragihandin ku bi dehan pisîkên din ên rizgarkirî ji ber şert û mercên dijwar ên ku tê de hatibûn girtin, jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku hin ji pisîkên rizgarkirî ducanî bûn. Vê hefteyê, di bin çavdêriya polîsan de hin pisîkçik ji dayik bûn.

Her meh bi hezaran pisîk tên dizîn

Karanvir Kukreja, ku wek beşek ji rêxistina navneteweyî ya ne-qezencxwaz Humane World for Animals kampanyayê li dijî xwarina goştê kûçik û pisîkan dimeşîne, operasyon wekî "bûyereke balkêş ku pîvana mezin a bazirganiya goştê pisîkan li Viyetnamê radixe ber çavan" pênase kir. Phuong Pham, rêvebera welatî ya rêxistinê li Viyetnamê, giraniya rewşê tekez kir û got, "Her meh, bi hezaran pisîk li seranserê welêt tên dizîn, bi rêyên qaçaxçîtiyê tên veguhestin û ji bo goştê wan tên serjêkirin."

Chris Gindelhumer, ji rêxistina civaka sivîl Xêrxwaziya Pisîkan a Viyetnamê, ku alîkariya lênêrîna ajelên rizgarkirî dike, got, "Min di van çend rojên dawî de gelek girî dît." Wî lê zêde kir, "Gelek xweş e ku mirov dibîne ewqas malbatên Viyetnamî tên li pisîkên xwe digerin. Lê belê, ew jî hebûn ku pisîkên xwe nedîtin, ku ev yek gelek dilêş bû." Her wiha hat destnîşankirin ku hejmareke mezin ji veterîner û dilxwazan roj û şev ji bo ajelên rizgarkirî dixebitin.

Goştê kûçik û pisîkan qanûnî ye

Xwarina goştê kûçik û pisîkan li Viyetnamê qanûnî ye, her çend firoşkar mecbûr in ku destûrekê ku eslê ajalan piştrast dike bi xwe re hilgirin. Lêbelê, hin bajarên li herêma navendî ya welêt, wekî Hoi An, bi hevkariya rêxistinên cîhanî yên xêrxwaziya ajalan dixebitin da ku dawî li vê pratîkê bînin.

Piştî qedexeya Koreya Başûr a li ser goştê kûçikan di sala 2024an de, rayedarên viyetnamî ragihandin ku hikûmet plan dike qanûnekê derxîne da ku mafên heywanên kedî û xwediyên wan baştir biparêze.

An Pham, xwendekareke lîsansa bilind û hezkireke pisîkan a ku li Bajarê Ho Chi Minh dijî, dibêje: "Vê bûyerê (operasyona dawî) gelek kes matmayî hiştin û derbarê rawestandina xwarina goştê pisîkan de hişmendiyeke giştî ya girîng zêde kir." (DW Tirkî)