Doza Gulistan Doku: Delîl bi destê walî û polêsan hatin reşkirin

27 tîrmeh 2026 17:13

Serdozgeriya Erziromê der barê lêpirsîna Gulistan Doku ya ku ji 2020an vir de li Dêrsimê hat wendakirin û hêj nehat dîtin daxuya kirin ku delîlên têkîldarî lêpirsînê bi destê waliyê berê û karmendên payebilind ên asayîşê hatine reşkirin.

Doza Gulistan Doku: Delîl bi destê walî û polêsan hatin reşkirin

RûpelNews - Li ser doza Gulistan Doku ya xwendekara zanîngeha Munzur a Dêrsimê bû ku ji 5ê Çileya 2020an ve winda ye, pêşhateyên nû rû dan.

Bi biryara dozgeriyê li 15 bajaran operasyonên hevdem hatin kirin. 18 gumanbar ku piraniya wan efserên payebilind ên polîsan in hatin binçavkirin. Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Erzurumê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de bi awayekî sîstematîk delîlên bûyerê rınî dike hatine reşkirin.

Di daxuyaniya dozgeriyê de bal hat kişandin ser rola waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtin. Hat diyar kirin bi serkêşiya Sonel gelek karmendên payebilind ên asayîşê bi hev re kar kirine û delîlên têkildarî li ser wendabûna Gulistanê reş kirine da ku kes negihije.

Hat diyarkirin ku ji bo ronîkirina bûyerê dozgerî bi berfirehî dixebite da ku bigihije encameke zelal.