4 jinên DAISî ku ji Rojavayê reviyabûn li Tirkiyê hatin girtin
PeyamaKurd - 4 jinên DAIŞî ku di encama êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji Kampa Holê reviyabûn, li Enqere û Kilîsê hatin girtin. Ji bo ku vegerin welatê xwe serî li Balyozxaneya Holandayê ya li Enqerê dan.
Wezîrê Dad û Ewlekariyê yê Holandayê derbarê rewşa wan jinên DAIŞî de got ku eger Tirkiye lêpirsînê derbarê wan jinan de neke, bi egereke mezin ew dê yek ji wan jinan vegerînin. Holandayê berî niha fermaneke navdewletî ji bo girtina wan jinan derxistibû. Lêbelê dema ku ew jina bi navê Fatima H. li Tirkiyê hat desteserkirin, ji hemwelatîtiya Holandayê hatibû derxistin.
Li gor zanyariyan ew herdu jinên bi navên E.K û E.S ku hemwelatiyên Rûsyayê ne, dema ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Kîlîsê bibin hatine girtin.
Parêzerên Holandî ji bo ku ew jinên li kampên li Rojavayê Kurdistanê tên girtin ku li gor wan hejmara wan 23 ye, li gel 56 zarokan, ji bo ku bên vegerandin bo Holandayê doz li dijî hikûmeta wî welatî vekirin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar roja 9ê Cotmeha derbasbûyî, êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin. Ji bilî kuştina bi sedan xelkê sivîl, koçberbûna bi sedhezaran û herwiha wêrankirina gund û bajarên Rojava, hejmareke zêde ya malbatên çekdarên DAIŞê jî ji kampên li Rojava reviyabûn.
Beşek çekdarên DAIŞê di dema êrîşên Tirkiyê de ku li gorî HSDê zîndaneke girTiyên DAIŞê hatibû bombebarankirin reviyabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin