3 gêncên Kurd li Îtalyayê ji bo madalyaya zêrîn dê têbikoşin

15 tîrmeh 2026 15:28

3 werzişvanên Kurd ên ji Wanê li Şampiyoniya Atletîzmê ya Ewropayê ku li Îtalyayê dê bê lidarxistin, ji bo medalyayên zêrîn dê bikevin pêşbaziyê.

3 gêncên Kurd li Îtalyayê ji bo madalyaya zêrîn dê têbikoşin

RûpelNews - Werzişvanên ji Wanê Ayten Yobaş, Abdulsamet Duman û Emre Çınaragaç  dê di Şampiyoniya Atletîzmê ya Ewropayê ya di bin 18 salî de, ku dê li Îtalyayê ji 16 heta 19ê Tîrmehê were lidarxistin, ji bo madalyaya zêrîn wê têbikoşin.

Her sê werzişvanên serkeftî di şampiyoniyên neteweyî û navneteweyî de serkeftinên girîng bi dest xistine û bûn xwediyê madalyayan.

Ev atletên ciwan dê beşdarî Şampiyoniya Atletîzmê ya Ewropayê bibin ku dê di navbera 16 û 19ê Tîrmehê de li Îtalyayê were lidarxistin. Armanca her 3 werîzşavanan jî ew e ku di vê pêşbaziyê de bibin yekem û xelata madalyaya zêrîn werbigirin.

Ayten Yobaş û Emre Çınaragaç di 4ê Tîrmehê de beşdarî Şampiyoniya Atletîzmê ya Balkanan a bin 18 salî ya ku li Slovenyayê hat lidarxistin bûn, di çalakiyê de madalyayên zêrîn bi dest xistin.