Werzîşvana kurd madalyaya xwe bi ala Kurdistanê hilda

07 tebax 2026 14:27

Werzîşvana kurd Yelda Muhammed di Şampiyoniya Tekwandoyê ya Cîhanê ya 2026an de ku li Koreya Başûr hat lidarxistin bû duyem û madalyayeke zîv bi dest xist.

Werzîşvana kurd madalyaya xwe bi ala Kurdistanê hilda

RûpelNews - Şampiyoniya Cîhanî ya Tekwando Hanmadang a 2026an li Seûlê paytexta Koreya Başûr hat lidarxistin. ji 60 welatan 6 hezar werzîşvan beşdarî tûrnûvayê bûn.

Werzîşvana kurd Yelda Muhammed ku Herêma Kurdistanê temsîl kir, wekî tekane werzişvana jin di tîma 9 kesî de beşdarî şampiyoniyê bû.

Yelda Muhammed di beşa 'şikandina textan' de bû duyemîn û madalyayeke zîv bi dest xist. Werzişvana ciwan ala Kurdistana hilda ser milên xwe û derket ser sehnê da ku madalyaya xwe werbigire.

Muhammed ji medyaya kurd re got, "Gelek şanaz û dilxweş im hesteke xweş e ku bi peyvan nayê  gotin. Bi taybetî ji bo min serbilindiyeke ku ez bi ala pîroz a Kurdistanê ya li ser milên xwe derketim ser sehnê."