3 gêncên ku hatibûn revandin hatin rizgarkirin

05 hezîran 2020 02:50
3 gêncên ku hatibûn revandin hatin rizgarkirin

PeyamaKurd- Li rojavayê Kerkûkê ev 3 roje ku operasyon tên kirin û di encamê de 3 İŞİD î hatin girtin û 3 gêncên ku İŞİD iyan wan revandibûn hatin rizgarkirin. Fermandarê Operasyonan yê Kerkûkê Korgeneral Saad Harbiye got ku di roja sêyem ya operasyonê de 3 İŞİD î hatine girtin û kontrola sêgoşeya bajarê Selahaddîn-Diyala û Kerkûkê xistine dest.

Fermandarê operasyonan Harbiye ragihand ku her 3 İŞİD î yên ku li bajarokê Reşadê hatine girtin, wan sewqê dadgehê kirine. Her 3 kesên ku hatibûn revandin, halê wan başe û piştî kontrola wan ya tenduristiyê wan teslîmê malbatên wan kirine.