3 esnaf bi gumana sewata bazara Lenge hatin girtin
16 nîsan 2024 22:08
PeyamaKurd- Berdevkê Asayîşa Hewlêrê ragihand ku ji ber şewitandina bazara Lenge 3 gumanbar hatine girtin û lêpirsîna wan hatiye destpêkirin.
Berdevkê Asayîşa Hewlêrê daye xuyakirin ku 3 kes bi gumana şewitandina bazara Lenge hatine girtin û niha li Asayîşa Hewlêrê lêkolîn û lêpirsîna wan tê kirin û wê demeke nêzîk de encam werin eşkere kirin.
Li gor agahiyan ew her sê kesên hatine girtin esnafên bazara Lenge bixwe ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bazara Lenge ya Hewlêrê piştî şewata wêranker a 27ê Sibatê hefteya borî 8ê Nîsanê sibehê cardin agir pê ketibû.
Di şewata berê de, 200 dikanên Bazara Lengeyê şewitîbûn û hin aliyên Turkmenî berpirsiya wê şewatê li xwe girtibûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Parêzgariya Hewlêrê li ser sewata Bazara Lenge daxuyaniyek belav kir
29 sbt 2024
Jiyan
Kesek bi gumana sewata li Los Angelesê hat binçavkirin
11 rbn 2025
Jiyan
Esnafên bazara Reza ya Meshedê salvegera rejîma Îranê protesto kirin
11 sbt 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin